Di encama teqînekê de li bajarê Girê Spî duh22 Mijdarê, 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn,li gor ku çalekvan Ciwan Silêman, ji xelkên Girê Sipî ye, ji malpera me re ragihand.
Silêman diyar kir ku her 15 kesên birîndar hatin rakirin bo nexweşxaneyên Tirkiyê bi riya dergehê Aqeçeqela û rewşa 9 kesan ji wan xirab e.
Her wiha Silêman nîşan da ku teqînê xelkên sivîl armanc kirin, û di nav birîndarande jin û zarok jî hene.
Jêder: Hevbendî