Firokên dagîrkerên Rûsî wargehê zankoya Heleba azad û kolêca perwerdeyê û ya zanyariyê li Gundewarê Helebê yê Bakur bumbebaran kir, ew jî di nav helmeta rêbazkirî ya êrêşên li ser Sûryayê bi armanca çesipandina bingehên rejîma Esed hat, di encamê de wêraniyek mezin di avahiyê de pêk hat.
Wezîrê perwerdeyê û fêrkirinê di hikûmeta Sûrî ya demkî de Imad Berq got: wezareta perwerde û fêrkirinê di hikûmeta Sûrî ya demkî de, dest bi pirojeyekî bo birêvebirin û kartêkirina zankoya Helebê di deverên rizgarkirî de kiriye, piştî ku komîta bilind pêk anî, û piştî lêkolîna li deverên rizgarkirî , bajarê Etarib hat bijartin, wek deverekê ji deverên ku hindek kolêc lê hatin destnîşankirin, ku wê nêzîk vebe.
“Berq” ragihand ku komîtê dest bi çaksazkirina avahiyê dike, bo bibe wargehek ji bo kolêca perwerde, zanyarî û çandinê, û dema ku nêzîkî bidawîkirinê bû, firokên êrîşên Rûsî nanpêjgeha bajarok bumbebaran kirin, di roja dî de, qadên hundirîn ji wargehên kolêcê re hatin bumbebarankirin, û wêrankirinek mezin di avahiyan de çê bû.
“Berq” berdewam kir ku di roja dî de kar berdewam bû, tiştên gerek, çaksaz bûn, ta ku kar bi pêş de here, bo amadekirina avahiyan, ji bo pêşwazîkirina xwendekaran di destpêka meha çilyê pêşîn ya were de, û vêna me bi kiryarên wan yên tawankarî û bumbebarankirina hovane ji bo pêşveçûnê û xizmeta xelkên milletê Sûrî têk naçe.
Jêder: Hevbendî