Duhî careke din firokên dagîrkariya Rûsiya karwanên hawarhatinê yên alîkariya gelê Sûriyê li nêzîk bajarê E’zazê li gundewarê Helebê bombebaran kirin, û di encamê de 6 kes hatin kuştin û 18 yên din birîndar bûn.
Hin çalakvan û şahidhalan tekez kirin ku wan dîtin ku firokên cengê yên Rûsiya balhilgirên veguhestina alîkariyên mirovî li navçeyekê biqasî 5 km ji bajarê E’zazê dûr e, rawestiyayî bûn, bombebaran dikirin, û di cih de 4 sivîl hatin kuştin û duyên din piştî hatin veguhestin bo nexweşxaneyên Tirkiyê mirin, tevlî birîndarbûna 18 kesên din û şewtandina 10 kemyonan.
Hin jêderan diyar kirin ku “tîmên bergiriya sivîl û yên agirkuj, agirên bi barhilgiran ketibûn vemirandin, û hin birîndarên birînên wan giran veguhestin bo nexweşxaneyên Tirkiyê”.
Tê zanîn ku 7 kes şehîd ketibûn û dehên din birîndar bibûn ji encama topbarankirina firokên Rûsiya li ser kombûneke barhilgirên alîkariyên mirovî berî sê rojan li Sûriyê.
Di derbarê vê yekê de sikirtêrê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Mihmed Yihiya Mektebî da zanîn ku dubare-bombebarankirina karwanên hawarhatinê ji aliyê firokên dagîrkariya Rûsiya ” karekî terorîstî ye berovajî pileya cihê Rûsiya ye wek endamekî herdemî di Encûmena Ewlekariyê de”.
Mektebî dîsa gotibû ku ev riftara Rûsiya dijminkariyeke kirêt û xuya ye, û bitenê sivîl û xelkê bêguneh û tîmên hawarhatinê armanc dike, tevlî armanckirina artêşa azad da derfetê veke li pêş pêşketina bejayî li pêş rêxistina DAÎŞê li navçeyên rizgarkirî ku ev yek piropagendeyên wê yên dijberiya terorê derew derdixe.
Jêder:Hevbendî+Anadol