Artêşa Sûrî Ya Azad li Dareya hewldanên hêzên Esed û Milişiyên regezperist di derbasbûna bajêr ji her du aliyên Bakur û Rojava de têk birin, 6 kes kuştin, gelek birîndar kirin, û du tang wêran kirin.
Hêzên rejîma Esed di bin bumbebaraneke tund de bi hemû cureyên çekên giran û nîvgiran û firokeyên hêlîkopter hewldanin dijwar bo derbasbûna bajêr ji aliyê Rojava û Bakur de kiribûn, ku firokeyên hêlîkopter derdora 60 bermîlên teqîner bi ser bajêr de avêtibûn, û bi dehan sarûxên erd – erd deverên cuda armanc kiribûn, herweha bumbebaranek berdewam bi top û bumbeyên hawnan jî.
Ji hêla xwe ve Liwayê Pakrewanên Islamê şehadeta herdu serkirdeyên meydanî ” Umer Ebû Farûq” û ” Firas Ebû Sabit” di van pevçûnan de ragihandin.
Jêder: Hevbendî