Artêşa Sûrî ya Azad tangek û Wêrankerek Mayînan yên hêzên Esed li Rojavayê bajarê Dareya li Gundewarê Şamê di pevçûnên ku ji berî heyvekê de bi hêzên Esed re berdewam in têk birin.
Ji hêleke dî ve firokeyên rejîmê duh derdora 44 bermîlên teqîner avêtin bi ser deverin cuda-cuda yên bajêr.
Herweha Artêşa Azad ragihand ku firokeyên Esed duh înê, 26 kes ji endamên xwe li derdorên bajêr bi şaşî kuştin.
Berdevkê bi navê Navenda Dareya ya Ragihandinê Husam Ehmed ji ajansa Enadolê re got:” Firokeyên rejîmê du bermîlên teqîner bi ser komek ji leşkerên xwe de avêtin, û di encamê de 26 leşker hatin kuştin û 17 leşker birîndar bûn”.
El –Ehmed berdewam kir ku wan” Dît erebeyên hawarçûnê hatin ji bo veguheztina kuştiyan û dermankirina birîndaran bo nexweşxaneyên Şama paytext “.
Di heman mijarê de Artêşa Islamê operasyonek berbiçav li ser eniya El – Merc li Xûta Rojhilat pêk anî, û di encamê de 25 endam ji hêzên Esed û Milişiyên regezperist hatin kuştin.
Jêder: Hevbendî