Di kongirekî rojnemevanî de ofîsa ragihandinê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li bajarê Qamişlo duh Înê 15-1-2016 hilmeta berhevkirina imzeyan ji dezgehên ragihandinê re da nasîn.
Di wî kongirî de daxuyaniya Encumanê ya derbarê helmetê hat xwendin û tê de mebest û mîkanîzma wê hat şirovekirin.
Ibrahîm Biro serokê ENKS li ser vê hilmetê ji malpera Hevbendiyê re got” armanca ENKS ji vê hilmetê ewe piştgiriya şanda kurdî di kongirê Cunêv3 de, da ku mafê gelê kurd di Sûriya pêşerojê de cîbecî bibe” .
Biro diyar kir ku belgeyên vê hilmetê ji bo Ban kî Mon emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî werin radest kirin.
Ji hêla xwe ve Zinar Hac Qasim Welatiyek ji bajarê Amûdê ye ku di helmetê de emze kiriye, ji malpera me re got “ez bi hêvî me ku dengê me bighêje Netewên Yekbûyî da ku mafê gelê kurd li Sûriyê bê çesipandin” .
Di heman demê de Alîgirên partiya Yekîtîya Demuqrat PYD li bajarê Hesekê û Qamişlo astingî ji komîtên hilmetê re derxistin holê.
Hêjaye gotinê ku ev hilmet ji 14e ta 20ê vê heyvê berdewame.
Jêder: Hevbendî