Ced’an Elî “Serokê nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê” tekez kir ku “hilmeta komkirina îmzeyan” ya ji aliyê Encûmena Niştimanî ya kurdî ve hatî ragihandin, şêwaz û pêgavek şaristanî û demokrasî ye di cîhana pêşkeftî de tê bikaranîn, û ew bi xwe wek rêframdom û derbirînek cemawerî ye bo gihandina deng û nêrîn û biryara cemawer bi awayên berdest bo aliyên pêwendîdar, û herwiha xwendinek e ji lênêrînên cemwarî re yên xudan mafên rewa.
Nemaze dema ku ew yek girêdayî be bi çarenivîsa miletekî bindest û bêpar ji sadetirîn mafên xwe û hîç fişerek û hêzeke kartêker di destê wî de nîne û hîç dostên navdewletî jî nînin, wê gavê serkirdayetiya wî dest davêje peydakirina mîkanîzmên kar û derbirînê bo gihandina daxwazên gelê xwe bi awayêm berdest bo aliyên navdewletî yên pêwendîdar bi palpiştiya cemawerê xwe xudanê rasteqîn yê maf û berjewendiyan.
Di bersiva pirseke rojnamevan “Husên Ehmed” de derbarê radeya bandora Hilmetê li ser xudan-biryaran, Ced’an got ku xebata aştiyane û cemawerî , sereketîtirîn çanda tevgera siyasî ya kurdî ye, û xwedûrkirin ji tundutîjiyê ya dibe sedema lawaziya hêz û şiyanan , û gelek caran dibe sedema jidestdana mafan, lewra dît ku komkirina îmzeyan pêgavek rast û dirist e, û ji aliyek din ew bi xwe rapirsîn û retkirineke cemawerî ye ji siyasetên desthilatdariya sepandî û biryarên wê yên qereqoşî yên serberedayî û bêrewişt re ye ku bitenê hizbayet û zordarî ye.
Jêder: Hevbendî