Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî diyar kir ku Encûmena Ewlekariyê rêjîma Esed han dide ji bo berdewam be di binpêkirina yasa û biryarên navdewletî û bikaranîna wan ji tektîkên ne yasayê re.
Wek bersivekê li ser bikaranîna rijêma Esed ya berdewam ji tektîkên dorpêçkirinê re, Miwefeq Nêrebiyê nûnerê Hevbendiya Niştimanî di Yekîtiya Oropa de îro got “têkçûn di cîbecîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya numare 2254 de bi piştgiriya Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî berdewame, di riya handana rêjîma Esed ji bo bikaranîna bêsînor ji tektîkên ne yasayê re, “.
Û Nêrebiye destnîşan kir ku emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon bi tundî behsa bikaranîna birçîkirinê wek çekekî cengê kiriye û gotiye ew “tewankariyeke cengê ye”, û ji şanda navdewletî ya vekolîn û dûvçûna rastiyan li Sûriya xwestiye ku vekolîneke tekûz û hûrbîn pêk bîne ji bo garantiya hesabdîtinê bi rêjêma Esed re.
Nêrebiyê bal kişand ser ku hîna sedên hezaran ji sivîlan li deverên Sûriyê di bin dorpêçeke hovane de ne bi destê rijêma Esed û milîşyayên wî yên regezperest, û giringiyeke pir mezin ji tevgerek navdewletî re heye, ji bo misogrtkirina gihandina alîkariya mirovahî ya bê şert û merc ji bo deverên Medaya, Mi’edemiyê û Dêra Zorê û tevahiya deverên Sûriyê, û gihandina alîkariyan di hêlên cengê re, tevlî gihandina alîkariya di riya avêtina bi riya firokan ji ezmanan, bê bendewariya erêkirina rêjêma Esed.
Û Nêrebiyê tekezî kir ku tunebûna hesabdîtineke rastyeqîn û bizavên jidil ji bo rizgarkirina jiyana sivîlan, hîna astengiyeke yekser e li pêş destpêkirina goftûgoyên berhemdar ji bo çareseriya siyasî.
Tê zanîn ku Roja pêncşemba buhurî bareke din ji alîkariyên Navdewletî derbasî Medaya bibû, Medaya dorpêçkirî ji aliyê rijêma Esed û Hizbillaha terrorist ve her ji Tîrmeha 2015 de, di dema derbaskirinê de , 5 kesan ji encama birçbûnê jiyana xwe ji dest dan, li gor ku Rêxistina Bijîşkên Bê Sînor ragihandin.
Jêder: Hevbendî