Xalid El’etiye wezîrê karê derve yê Qeterê , ji civaka navdewletî xwest ku kar bikin ji bo rawestandina siyasetên birçîkirina sivîlan li Sûriyê, û bal kişand ser giringiya bicîkirina daxwaza gelê Sûriyê derbarê veguhestina desthilatê.
Ev daxwaza wî di kongirekî rojnemevanî de bi hevkûfê wî yê Rûsî Sîrgî Lavrov re roja duşemba borî hat, di dema serdana mîrê Qeterê de bo Mosko paytexta Rûsiyayê, li gor ajansa nûçeyan ya Qeterî li ser zimanê wî veguhestiye.
Etiya weha got:” beşek mezin ji goftûgoyan di serdana mîrê Qeterê bo Rûsiya li ser qeyrana Sûriyê bû, nemaze di vê dema pêşveçûn û bûyerên nû yên navdewletî de”.
Weha jî got:”divê hevkarî hebe ji bo ferzkirina çareseriyek Siyasî li Sûriyê, û em hêvî dikin ku karîn û karên navdewletî bibin yek ji bo rawestandina bi şêweyek yekser ji kuştin û siyasetên birçîkirina dijî sivîlan pêk tên, û bicîkirina daxwaza gelê Sûriyê di veguhestina desthilatê de, û piştgirtina karên Erebî û navdewletî yên dixwazin viyana gelê Sûriyê bi cî bînin”.
Nûnerê hevbendiya niştimanî di Netewên Yekbûyî NY de Necîb Elxedban, ji Encumana Ewlekariyê xwest ku gavên pêwîst bavêje ji bo şikandina dorpêça li ser bajarên dorpêçkirî li tevaya Sûriyê û got:” pêşkêşkirina alîkariyê tenê carekê, birçîkirina rêbazkirî ji aliyê hêzên Esed dijî sivîlan ranawetîne”.
Elxedban bal kişand ku milyonek kes li seranserî Sûriyê dorpêçkirî û asê mane, ji ber ku rêjîma Esed alîkariyan didize û nahêle pêdawîstiyên sereke bigihêjin û got:” rojane mêr, jin û zarok ji nêza kêferatê dikin ta mirinê ji ber dorpêça Esed, di dema ku derfet heye ku ew mirin bê rawestandin , tenê ku civaka navdewletî tevbigere ji bo rizgarkirina biryarên Encumana Ewlekariyê”.
Û Xedban tekez kir ku Encumana Ewlekariyê karsipartin ji bo şikandina dorpêçkirinê li deverên Sûriyê pesend kiriye, û rizgarkirina jiyanê bi şêweyek yekser, tevlî gihandina alîkariya bê erêkirina rijêma Esed.
Jêder : Hevbendî + Enadol