Ehmed Dawid oxlo Serok-wezîrê Tirkiyê got ku ” tu deverên aram li Sûriyê piştî destwerdana Rûsiya nemane”, û destnîşan kir ku ” ji lewra rewş herûher xerabtir dibe”.
Ev gotinên wî hatin di nav daxuyaniyên wî de di kongirekî rojnamevanî yê hevbeş ku duh înê êvarî li gel hevkûfa xwe ya Elmanî Encêla Mêrkil li dar xistibû, piştî danûstandinên duqolî di nav wan de, li cîgehê şêwirdariyê li Berlîna paytext ya ku niha serdana wê dike.
Û da xwuyakirin ku”rêxistina DAIŞ bûye gefek li ser tevaya cîhanê, û Turkiya û Elmaniya amade ne ku vê gefê li Sûriya û Iraqê û Enqera û Berlînê û çi devera din hebe çareser bikin”.
Û Dawid Oxlo sipasiya xwe ji Elmaniya re diyar kir li ser “piştgiriya wê ji Tirkiyê re ji bo têkbirina DAIŞê” û wiha jî got: “Enqera û Berlîn pir şêwirdariyê dikin ji bo têkbirina DAIŞê li Sûriya û Iraqê”.
Ji hêla xwe ve rawêjkara Elmanî tekez kir ku wê welatê wê li gel Turkiyê ji bo têkbirina DAIŞê tevbigere ” û dest nîşan kir ku “wê Berlîn êrîşên xwe yên asîmanî dijî baregehên wê rêxistinê pirtir û berdewam bike”.
Di dema ku Hîşam Merwa cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî doh bi tundî got ku Rûsiya îro dijminkariya xwe ya leşkerî dijî Sûriyê û kuştina xwe ya her û her zêde dibe ji xelkên sivîl re, û sîwana wê ya nerewa ya ku ji rêjîmeke nerewa re vegirtiye, ewe astengiya herî mezin li pêş pirosêsa siyasî li Sûriyê.”û Merwa destnîşan kir ku Rûsiya bi vî karê xwe yê siyasî û leşkerî nameyekê ji cîhanê tevî re dişîne ku :Rûsiya jî wek rijêma kuştin û têrorîstiyê ya li şamê ye “.
Û Merwa bi navê Hevbendiyê û gelê Sûriyê ji dostên gelê Sûriyê xwest ku “şerm nekin ji dana çekên coreyî bo me û piştgiriya me ji bo çareserkirina arîşeya dorpêçkirinê ji kok de, û nemaze ku ew bi çavên xwe dibînin ku çawa Rûsiya ji bo piştgiriya hevpeymanê xwe Esed destwerdan kir ne tenê bi dana çekan lê belê bi şandina kurtêlxwer û gemiyên xwe yên mezin û firokên xwe ji bo bumbebarankirina xelk û miletê me li pêş çav û bihîstina cîhanê”.
Jêder :Hevbendî