Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Xalid Xoce, tekez kir ko “beşdarbûna Şandeya Opozisyona Sûrî li Cinêvê dê li gora ecindeyên diyar be li ser bingeha biryara 2118 ya ko doza çêkirina Desteyeke desthilatdara veguhêz dike, piştî pêkanîna mercên mirovî yên ko di her şeş xalên birêz Kofî Enan de hatine, û eger ev rewş pêk bên emê beşdar bibin, lê li ser bingehên nediyar em beşdar nabin. ” û got ko “Şande ji bo danûstandinan çûye ne ji bo gotûbêjê bi rêjîmê re bike.”
Xoce dibîne” rawestandina bombebaranê û vekirina dorpêçê ji ser bajaran mercin mirovî ne û ne mijareke danûstandinê ne ”
Xoce têwerdana Rûsya di damezirandina Şanda Opozisyonê de red kir, û dibîne ko “hewldana tevlêkirina hin kesan an Şandeyan ji aliyê Rûsya ve li Şandeya ko Desteya Bala ya Danûstandinan ya ko Kongirê Riyadê ew destnîşan kiriye, dê Operasiyona danûstandinan têk bibe. ” Destnîşan kir ko “Rûsya dikare wan navan ,eger ew dixwaze, li Şanda Rêjîmê zêde bike”
Jêder: Elşerq Elewset