Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê Nexem Xadirî, gotinên destnîşan kirine ko nûnerîtiya Kurdan di Opozisyona Sûrî de nîn e red kirin û got: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi hemû partiyên xwe di dezgehên Opozisyonê û Şanda danûstandinan de jî beşdar in.”
Her wiha endamê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Fûad Elîko, ku ew yek ji endamên şanda danûstandinan e, ya ko Desteya bala ya Danûstandinan ragihandiye , got ko Encûmena Niştimanî Kurdî heta nuha bêhtir ji 600hezar imzeyî ji Kurdên Sûriyê li ser belgeyekê kom kirine, ew nîşan dide ku Encûmena Niştimanî Kurdî nûnerîtiya wan dike, û ew yek dê ji bo Netewên Yekbûyî bête pêşkêşkirin.
Elîko tekez kir ko nûnerîtiya wî di Şanda Opozisyona Sûrî de, beşek e ji pirojeyekî niştimanî yê mafê hemû Sûriyan û mafê gelê Kurd bi tekûzî dabîn dike. Berevajî dema deshilatdariya Rêjîma Esedê Dîktator , yê ko Kurd ji hemû mafên wan yên sivîlî bêpar kirin.
Elîko tekez kir ko Partiya Yekîtiya Dîmuqrat çi pirojeyê wê yê Kurdî nîn e, lê belê ew desthilata karsiparte ya Rêjîma Esed e, û çi peywendiya wê bi mafên Kurdan re nîn e. û nehêlana derbasbûna hêzên Pêşmrge bo Sûriyê da Kurdan ji Rêjîm û DAIŞê biparêzin vê yekê tekez dike.
Jêder: Hevbendî