Şanderê Birîtanî yê Sûriyê Garîs Baylî tekez kir ku “ketina şêx Miskîn di destê hêzên rêjîmê de derewên Rûsiyê derbarê armanckirina deveran li Sûriyê eşkere dike”,ji ber ku hêzên Esed bi biştgiriya asîmanî ya firokeyên Rûsî dest danîn ser bajarê şêx Miskîn li parêzgeha Der’ayê, duh, piştî xweragirî û berxwedana mêrane ya artêşa azad têde.
Baylî li ser rûpela xwe ya malpera tiwîterê wiha jî got: tevlî ku yên şêx Miskîn kontirol dikirin ji artêşa azad bûn û ti hebûna tirorîstan lê tunebû “tevlî weha jî Rûsya û rêjîma Esed ev bajar bumbebaran kirin û wêraniyek mezin lê peyda kirin”.
Baylî dît ku ev armanckirina beloq ji artêşa azad û girûpên şoreşger re cihê dilgiraniyê ye, nemaze ku berî çend rojan ji destpêkirina danûstandinan e, bi serpereştiya netewên yekbûyî ji bo gihiştina serastkirineke siyasî ku di encamê de wê veguhestinek li Sûriyê pêk were.
Û Baylî bi sûrbûn tekez kir ku ew êrîşên gur yên ku rêjîma Esed û Rûsya dibin ser artêşa azad divê rawestin, û destnîşan kir ku Rûsiya” bi berdewamiya piştgiriya xwe ji armanckirina Esed ji rikberiya ne tundrew re, ew bi çarenûsa pirosêsesa danûstandinan dilîze ku ew pirosês bi xwe nehevgirtî ye”.
Û Baylî bang li Rûsiyê kir ji bo ku ew li gor soz û erkên xwe yên ragihandine derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê kar bike, û dest ji armanckirina rikberiya Sûriyê û kuştina sivîlan berde.
Jêder : Hevbendî