Artêşa Sûrî ya Azad civînek leşkerî li devera çiyayê Tikuman li gundewarê laziqiyê armanc kir, di encamê de 15 leşker ji dagîrkerên Rûsî û hêzên Esed hatin kuştin.
Ew armanckirin ji aliyê Alaya Bakur ya Artêşa Azad bi mûşekeke germahiyê pêk hat, û jêderinan ji Artêşa Azad ragihand ku 4 efserên Rûsî û 4 yên rêjîmê hatin kuştin, Lîwayek û Emîdek jî di nav wan de hebûn.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsî doh kuştina efserekî xwe ragihand, û got ku ew rawêjkarekî leşkerî ji hêzên rêjîma Esed re bû.
Jêderan got ku civînek leşkerî ya pile-bilind, sêşembê êvarî li devereke (nehat binavkirin) di nav bajarokê Selma û gundê Diwêrke, ji bo nirxandina rewşê û behskirina pilanên êrîşkirinê li herêmê hat lidarxistin.
Heman jêderan destnîşan kir ku hêzên Artêşa Azad, bi cihê civînê agahdar bû, û ew bi êrîşekê armanc kir, û diyar kirin ku di encamê de 15 leşker,4 efserên Rûsî yên pile-bilind û 4ên rêjîma Esed di nav wan de hebûn.
Wan jêderan diyar kir ku yek ji kuştiyên efserên Rûsî, hevrêzkarê operasyonên leşkerî li Çiyayê Tirkiman e, û pêşe-navê wî Yorî ye, û pileya wî Ferîq1 e, û efserên mayî pileyên wan Emîd û Lîwa ne.
Çavdêrinan tekez kir ku Artêşa Azad istiratîciya xwe ya rûbirûbûnê li gundewarê Laziqiyê serast kiriye, piştî kontrolkirina Rûsiya ji piraniya wê deverê re, û berê xwe dane operasyonên coreyî, yên ku komên dagîrker û terorîstên hêzên Rûsî û yên Esed û milîşiyên mezhebî ji efser û endaman armanc dikin.
Jêder: Hevbendî+Enadol