Artêşa Azad a Sûriyê bidehan ji endamên mîlîsên Îranî di nava wan de serkirdeyekî pasdarên Îranî bi pileya Emîd kuştin, di encama şerê ku li Gundewarê Bakurê bajarê Helebê rû dide, herwiha Artêşa Azad 6 serbazên din yên milîsên Îranî kuştin.
Ajansa Faris a nîv-fermî amaje kir ku serbazê kuştî bi navê Emîd “Mihsin Qacaryan” e, ku serkirdeyê firqeya” Îmam Riza ” ye di nava pasdarên şoreşger de, ku ji bajarê Nîsabor yê ser bi herêma Xurasanê ve ye li Bakurê Rojhilatê Îranê.
Ajansê Doh Êvarî ,amaje kiribû ku 6 leşkerên Îranî, ku navê wan ev in, Mihdî Kocak Zade, Seyd Elî Zade, Hesen Rezaqî, Hecet Islam Şêx Mistefa Xelîlî, Hebîb Rehîmî Mînîş, û Mihemed Iskenderî di encama şer û pevçûnên li Helebê hatibûn kuştin ,û ev yek li ser destê lehengên Artêşa Azad pêk hat.
Şer û pevçûn li Gundewarê Bakurê Helebê di navbera Artêşa Azad û hêzên rêjîmê û milîsên mezhebî de di dema ku balafirên Rûsî wan deveran topbaran dikin berdewam in, ku heta niha hejmara êrîşên balafirên Rûsî gihiştiye 500 êrîşî di heyama 70ê seatên bûrî de.
Jêder:Hevbendî