Hin raportên rojnamevanî ragihandin ku kompaniya “stiroyî tran gaz” ya Rûsî ya ku kompaniya “Hîsko” ya girêbestan ya ku xudanê wê Corc Heswanî yê ku gelekî nêzîke ji serokê rêjêmê Bişar Esed re, ku dest bikar kiriye di kargeha gazê “konîko” de û karmendên Rûsî lê kar dikin ya cihê wê li gundewarê Dêrazorê ye, piştî kontrolkirina wê ji aliyê rêxistana DAÎŞê ve.
Ligor axaftinên kovara amerîkî “siyasatên derve” ku endezyarên Rûsî ragihandine ku 50 mîgawat ji enerjiyê digihîje rêjîmê û 70 mîga wat digehijin DAÎŞê û 300 bermîl ji gaza xirû û tevî 50 hezar dolar her heyv kompaniya Heswanî dide DAÎŞê li hember parastina kargehê.
Têzanîn ku kompaniya “Hîsko” girêbest û hevpariyên wê yên din hene digel heman kompaniya Rûsiya li Sodan û Cezaîr û Îraq û Îmerat her ji sala 2000an ve, û kompanî li Rûsiya tê birêvebirin ji aliyê Yosif A’rîş ve zavayê Corc Heswanî.
Heswanî tometê Wezareta Gencîneya Amerîka red kirin derbarê vê girêbestê, lê wî red nekir ku kompaniya wî ma berdewam li ser karê xwe piştî destdanîna DAÎŞê li ser.
Têzanîn ku Artêşa azad li sala 2013 an kargeh kintrol kir û wê çaxê endezyarên Rûsî revîn bitenê karmendên Sûrî man, berî ku DAÎŞ wê kontrol bike û berî kompaniya Hîsko dest bikar bike û carek din endezyarên Rûsî bi erêkirina DAÎŞê rê bike.
Rojnameya “Tişrîn” ya ser bi rêjîmê ve di heyva rêbendana 2014 an de raportek belav kir û têde amaje kir ku kompaniya Rûsî Sitroyî Tiranz gaz 80℅ ji karên xwe bicih kirine, û wê di mawê nîva duwem di heman salê de wê kargehê radestî rêjîmê bike, ku rojnameyê behsa kontrolkirina DAÎŞê li ser nekiribû Ligor belgeyên ji Corc Heswnî ku qonaxa yekem ya karkirinê hat bicihkirin di dawiya sala 2014 an de, û bi tevahî ket di karkirinê de di mawê sala 2015 an de, ku beşeke gazê tê rêkirin ji kogeha enerjiyê re li Heleb, ya ku di destê DAÎŞê de, û beşa din tê rêkirin ji Humis û Şamê re.
Ligor daxuyaniya Ebû Xalid ku fermandarekî hêzeke leşkerî ye, dibêje ku Corc Heswanî girêbestek berhev kir di navbera rêjîmê û DAÎŞê de ligor berjewendiyên wan yên hevbeş”, ku rê hat dan bo kompaniya Rûsî ku carek din endezyarên xwe vegerîne li ser karê kargehê li hember pareke mezin ji gaz û dirav û parastinê”.
Ebû Xalind ragihand ku ev zanyarî bi dest ketin ji hin fermandarên hêzên leşkerî yên dijberiya DAÎŞê li wan cihan dikin, û got ku karmendên kargehê bi hev tên guhertin ligor karnameyên kar bi rêka bingehekî serbazî yê rêjîmê li parêzgeha Hemayê.
Jêder: Wekalat