Martin Ardman, Balyozê Almanya yê li paytexta Turkiyê got ku helwista leşkerî ya Rûsî li Sûriyî ya bi êrîşên asîmanî tê diyarkirin, helwêsteke dûrî sinc û exlaqan e, û tê dîtin wek pêkenînekê bi civaka navdewletî, ev daxuyaniya wî îro, înê, hat di dema pêşkêşkirina hûrgiliyên serdana rawêjkara Almanî Ancêla Mêrkil di destpêka vêhefteyê bo Anqerayê, û gotûbêjên ku wê bi berpirsyarên Turkiyê re kirin.
Ardman diyar kir ku rêvebiriya Rûsî gotiye ku hêzên wê di van pênc rojên dawiyê de 500 êrîşên asîmanî birine ser deverên xaka Sûriyê, û di vê derbarê de bal kişand ser binpêkirina Rûsan ji biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletê ya 2254 ya ku dibêje divê sivîl di şer û pevçûnan de neyên armanckirin, Ardman di vê mijarê de berdewam kir û got: “biryara Encûmena Ewlekarî ya Navdewletî ya 2254 daxwaza dûrkirina sivîlan ji armanckirinê di cengan de dike, lê Rûsya bi êrîşên xwe yên asîmanî sivîlan neçarî derbiderbûnê dike, ma wê çawa gotûbêjên cinêvê yên daxwaza çareya siyasî li Sûriyê dikin dest pê bikin, ez gotina xwe dûbare dikim û dibêjim ku êrîşên asîmanî yên Rûsî dûrî sinc û exlaqan e”
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku Rûsya bizavan dike ji bo çareseriya siyasî li gor nerîna Rûsî ferz bike, û maseya gotûbêjan li gor nerîna xwe saz bike, û got ku ew helmeta leşkerî ya li ser Helebê, armanc jê ewe şandina nameyên Navdewletî û Herêmî ji girûpên Navdewletî re, bi çêkirina guhertinan di hevsengiya hêzan de li ser erdê ji bo karê xwe hêsan bike.
Hevbendiya Niştimanî di demeke berê de nîşan dabû ku ev gurkirina leşkerî ya rêjîma Esed ji berî sê heyvan de, di heman dema bizavên Navdewletî derbarê çareseriya siyasî dest pê kirin, û ew êrîş bi piştgiriya balafirên Rûsî û mîlîşiyên îranê yên terorist bûn, hêzên Esed li gelek eniyan şer kirin û di serî de yên gundewarên Laziqiyê û Helebê û Der’ayê, û siyaseta xaka şewitî bikar anîn .
Jêder: Hevbendî+Anadol