Rawêjkarê Wezîrê Bergiriya Erebistana Siûdî emîd Ehmed El-‘Esîrî diyar kir ku Hevpeymaniya Islamî li dijî DAIŞê dê di du mehên bê de bikeve warê operasyonan de.
Di kongereyekî rojnamevanî de li Biroksilê li baregeha NATOyê, piştî bidawîhatina civîna Dewletên endamên NATOyê bo şerê li dijî DAIŞê doh, roja Pêncşembê, El-‘Esîrî destnîşan kir ku wê welatê wî ji Hevpeymaniya Islamî re navendeke hemahengiyê çê bike,û pêkhateyên avakirina wê û naveroka wê destnîşan bike, di civînekê de li ser asta serok-erkanên dewletên beşdar di hevpeymaniyê de, û hûrbîniyên herî dawî dê bêne biryardan di civîna wezîrên bergiriyê de.
El-‘Esîrî tekez kir ku helwesta Siûdiyê derbarê şandina hêzên leşkerî bo Sûriyê xuya e, herwiha berya niha amadebûna xwe bo çi alîkariya di çarçoveya erêkirina hevpeymanê bo şandina hêzê bo Sûriyê aniye ziman.
Doh, roja Çarşemê Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubêr di kongreyekî rojnamevanî de ligel hevkûfê xwe yê Mexribî Selahedîn Mizwar balkişand li ser wê yekê ku dê pilana “B” hebe heger operasyona siyasî biser neket, û Cubêr eşkerekirina hûrbîniyên wê planê red kir, û rijd bû li ser ku “Çareserî bi çi halî Beşar Esed nahwîne”.
Cubêr diyar kir:”Hin hewldan li Miyonixa Almanyayê hene, ji bo zindîkirina giftûgoyên derbarê Sûriyê li ser bingeha Cenêv1″.
Cubêr lêzêde kir” Em xemxurên parastina dezgehên Sûriyê û rawestandina şerê lê ne”. Û tekez kir ” Piransîpa ku giftûgoyên li Miyonixê têne lidarxistin ew e, avakirina desteyeke veguhêz ya desthilatê ye, ji bo ku destûrekî nû deynin û hilbijartin pêk werin û avakirina paşerojeke nû bê Beşar Esed”.
Jêder: Hin ajans