Fesîleyên artêşa Sûrî ya Azad û şoreşa Sûriyê, doh, êrîşeke xurt ya milîşyayên Partiya Yekîtiya Demoqrat ya terrorist li ser bajarê Til Rif’et yê başûrî Izazê li gundewarê Helebê vegerand.
Wan milîsan, berbanga doh, êrîşî aliyê bakur ji bajêr kirin, piştî rêxweşkirineke asîmanî Rûsî ya ku wê şevê tevî berdewam kiribû, û karîbûn derbasî çend malan bibin, lê fesîleyên şoreşê êrîşek berevajî dijî wan pêk anîn, bi derxistina wan yekîneyan ji bajêr bidawî hat, û ne kêmtir ji 10an ji wan kuştin û bi dehan birîndar kirin.
Di dema ku Ismet Yelmaz wezîrê berevaniya Tirkiyê tekezî kir ku artêşa welatê wî jinûve doh Yekşembê baregehin bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat ve li bakurê Sûriyê bombebaran kirin, wek bersivekê li ser avêtina avêjtokekê ku endamên wê partiyê ber bi xaka tirkiyê de avêtiye.
Di heman demê de wezîrê Tirkî hin nûçeyên ku vê dawiyê hatine belavkirin ku 100 serbazên Tirkî derbasî xaka Sûriyê bûne red kirin, û got ku “ev gotin tu bingeha rastiyê jê re tune ye”.
Û wezîrê berevaniyê da xuyakirin ku ” endamin bi ser herdû rêxistinên terrorist Yekîtiya Demoqrat û PKK, avêjtokeke hawinê ber bi xaka Tirkiyê de,doh, avêt û devera qereqola Demîr Işq ya sînorî li Iyaleta Kilisê(başûr) pê armanc kir.
Û bi tundî tekezî kir li ser”giringiya bersivdana bi şêweyekî vebir, li ser dijminkariyên mîna van, dema welatê me tûşî gulebarana ji derve bibe, û paş re me bi riya topxaneyên giran endamên herdû rêxistinan yên li hejmarek ji deveran li bakurê Sûriyê wek Mer’enaz û balafirgeha Minixê û Til Rif’et armanc kirin.
Û Yelmaz amaje kir ku” agahiyên ewlekarî hebûn li ser haziriyên wan endamên terrorist ji bo êrîşkirina bajarê Izazê”,û diyar kir ku” serokê wezîran Ehmed Dawid Oxlo , tekezî li ser giringiya berdewamiya bombebarana topan li ser baregehên rêxistina Partiya Yekîtiya Demoqrat, ta vekêşana wan ji balafirgeha Minixê û Izaz û derdorên wê”.
Û yelmaz bal kişand ser ku kontrolkirina Partiya Yekîtiya Demoqrat ji deverin nû re ji Sûriyê, tê wateya ku”wê şepoleke nû ya koçberiyê ber bi Tirkiyê de çêbibe, û herkes dizane ku welatê me 2.5milyon penaber pêşwazî kirine, û karên pakirina nijadî li deverê çêdibin”.
Jêder : Hevbendî+Anadol