Netewên yekbûyî û Yekîtiya Oropî û Amerîka û Turkiya û Ferensa, êrîşên asîmanî yên Rûsya û rêjîma Esed li ser wargehên jiyanê ku ya dawî ji wan armanckirina nexweşxaneyekê ji yên Bizîşkên Bê Sînor li Me’eret Elnu’man bû şermezar kirin.
Di daxuyaniyekê de ji aliyê berdevkê wezareta derve ya Amerîkî Con Kêrî de duh hat , “Amerîka êrîşên asîmanî yên ku bêgunehên li hundir û derdora Helebê îro armanc kirin, tevlî nexweşxaneya di bin rêveberiya Bizîşkên Bê Sînor de, û nexweşxaneyek nexweşiyên jinan û zarokan li bajarê Izazê şermezar dikin”.
Û Daxuyanê got ku rêjîma Esed û hevpeymanên wê, ew daxwazên ku bi tevahî hatibûn erêkirin ji aliyê Girûpa Navdewletî ya Piştgirya Sûryê û tevlî yên ku li Miyûnxê hatibûn emzekirin piştguh dike, ewên ji bo dûrketina ji pêkanîna êrîşên dijî bêgunehan yên ku meremên Rûsya û karîna wê di alîkariyê de di danîna dawiyekê ji hovîtiya berdewam ya rêjîma Esed re dijî gelê Sûriyê dixin cihê gumanê.
Wezareta Karbarê Derve ya Turkiyê êrîşên asîmanî yên li Sûriyê salix dan ku ew ” tawanên cengê yên eşkere ne û yasaya Navdewletî binpê dikin”, û di daxuyaniya xwe de wiha jî got:” em bi tundî van êrîşan şermezar dikin ji ber ku ew tawanên cengê ne û dijî mirovahiyê ne , her wiha ew dijî yasaya Navdewletî ne, û pêkanîna Rûsya ji van tawanan re cengê li Sûriyê gurtir dike, û şer li herêmê pirtir dike”.
Wezareta derve ya Turkî nîşan da ser ku “wê encam pir bobelatî û xerab bin eger Rûsya van êrîşên xwe, yên Sûriyê dûrî aramiyê dikin, bidawî neke”.
Nûnera siyaseta derve û ewlekariyê di Yekîtiya Oropî de Firîdrîka Moxrînî ji hêla xwe ve got”ti carî armanckirina nexweşxaneyên piştgirtî ji aliyê rêveberiya Bizîşkên Bê Sînor ve nayê pejirandin”.
Û karbidesta Oropî wiha jî got:” giring e parastin bo sivîlan , dezgehên tendurustiyê, karê dezgehên civaka sivîl, çalakiyên alîkariyên mirovahî dabîn bibe, û di vê pêvajoyê de em tu carî qebûl nakin nexweşxaneyên rêxistina Bizîşkên Bê Sînor bên armanckirin, û emê fişarên xwe berdewam bikin ji bo hemû alî giringiyê bidin parastina sivîlan û rêzgirtina mafên mirovan yên bingehîn”.
Û Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon,duh “dilgiraniya xwe ya mezin ji bo êrîşên ku 4 nexweşxaneyên Heleb û Idlibê armanc kiribûn û di encama wan êrîşan 50 kesî jiyana xwe ji dest dabû ku piraniya wan zarok bûn anî ziman”, li gor cîgirê berdevkê fermî yê Emîndarê giştî Ferman Heqî di kongirekî rojnemevanî de li Niyoyorkê.
Jêder: Wekalat