Tora Sûriyê ya mafên mirovan got; ku wê bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawî re di 8 êrîşên nû de li deverên Dijberiyê li Sûriyê belge kiriye.
Toreyê roja Sêşemê, di raporeke xwe ya nû de li jêr navnîşana”Nemana Garantiya Rûsya” diyar kir ku 8 êrîşên nû pêk hatibûn û di raporên kevin de nehatibûn tomarkirin; herwiha hejmara tevahî ji binpêkirinên rêjîma Esed re gihişte 133 binpêkirinan ji biryara 2118an re ku di 27ê Îlona 2013an de derketibû, û 63 binpêkirin ji biryara 2209 re ku di 6ê Avadara 2015an de derketibû.
Raporê diyar kir ku ew êrîş di heyama di navbera roja Şemiyê 1ê Tebaxa 2015an ta 31ê Çilê Pêşî 2015an, ku ew êrîş li her yek ji Dareya, Erbîn, Heresta, Cober û Mu’ezemiyê li Gundewarê Şamê, herwiha li Resten û Telbîsê li Gundewarê Humsê pêk hatibûn.
Raporê amaje kir ku di wan êrîşan de 9 kes di encama lêdanên jehirdar şehîd ketin, û bi dehên welatiyan rastî bînçikandinê hatin.
Raporê daxwaz ji desteya lêkolînan ya navdewletî kir ku dest bi lêpirsînên yekser bike derbarê bûyerên dikare çareserkirina wan bike, û avêtina gavên cidî ku lêpirsînê zû bike, û aliyê ku van çekan bikar tîne destnîşan bike.
Toreyê di rapora xwe de lêzêde kir ku ji Encumena Ewlekariyê tê xwestin bi berpirsyariya xwe rabe derbarê parastina ewlehiyê û aramiya sivîlan li Sûriyê; ji ber ku binpêkirinên ku rêjîma Esed pêk anîne gefek e li ser ewlehiya navdewletî, û rawestandina lîstika berjewendiyên siyasî li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê,û destnîşan kir ku sivikdîtina rêjîmê ya eşkere ji biryara Encumena Ewlekariyê hejmara 2118, û berya niha bi biryara 2209, şerme-karek siyasî ji Encumena Ewlekariyê re ye.
Herwiha toreyê daxwaz ji Encumena Mafên Mirovan kir ku roniyê bavêje ser binpêkirinên Esed ji biryarên Encumena Ewlekariyê re, hejmara 2118 û 2209, da ku fişareke mezin li ser Encumena Ewlekariyê çê bike da tedbîrên rasteqîne werbigre.
Jêder: Hevbendî