Komîta Sûrî ya mafên mirov duhî kuştina 18 zarokan li ser destê hêzên Rûsiya û rêjîma Esed û mîlîşên tayifeperest dîkoment kir.
Duhî firokên Rûsiya dijmin çendîn nexweşxane û xwendingeh armanc kirin, ji wan xwendingehek li bajarokê Erûm Elkubra li gundewarê Helebê, ku bû egera wêrankirina wê û birîndarkirina çend zarokan.
Herwiha duhî du nexweşxane li Me’eret Elni’hman û nexweşxaneyek li Îzazê ji aliyê firokên Rûsiya ve hatin armanckirin, û bû sedema kuştina pênc karmendên pizîşkî, ji wan du pizîşk bûn û du peristyar û karmendekî taqîkirinê, ewjî Dr. ‘Amar Elhelaq û Dr. Îmad Elnesir û peristyar Mihemed Elşewaf û peristyar Amîna Husên Elhesen û taqîger Yihiya Qeytaz.
Jêder:Hevbendî