DAIŞ a tirorîst taxa Alqusûr û ya Cûra li Dêrazorê yên di bin kontrola rêjîma Esed de, bi hejmarek mezin ji avêştokên Hawinê bombebaran kirin , û ew gule li tenişta Rêvebiriya Tenduristî û firina Necar ketin, di encamê de du kes ji sivîlan bûn qurbanî, û hejmarek birîndar bûn û rewşa hinan ji wan di metirsiyê de ye, li gor ku merseda” Dad Ji bo Jiyanê” li Dêrazorê da xuyakirin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyeka xwe ya berê de tekezî kiribû li ser ku giring e bizavek navdewletî bê kirin ji bo rizgarkirina 200hezar sivîlên li bajêr, ji ber ku dorpêçek du-taq ji aliyê rêjîmê û DAIŞê li ser taxên Cûra û Qisûr û Herabiş heye, û di encamê de kêmtirîn pêdiviyên jiyanê li rex wan nemane.
Û Toreya (Dêrazorê24) da xuyakirin ku 6 barên heyberên xwarinê û yên sûtemeniyê yên ku bi peraşotan ji deverên dorpêçkirî re doh hatin daxistin, û tê gumankirin ku ev bar yên bicihanîna biryarên kongirê Miyonixê ne, lê rêjîma Esed dest danî li ser beşekî mezin ji van alîkariyan, û vê rewşê bandorek nerênî li ser karê belavkirinê yê ku tîmên Heyva Sor pê radibin kir, yên ko ji berî sê rojan de karê wan rawestiya bû ji ber nemana alîkariyan.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku hîn jî binpêkirina Rûsiya û Esed ji biryara 2254 re, ya ku daxwaza rawestana êrîşan li dijî sivîlan dike berdewam e, û hêjî êrîşên asmanî yên Rûsî dijî Parêzgeha Dêrazorê berdewam in, di dema bêdengiya civaka navdewletî, ya ku dikeve xizmeta rêjîma Esed de di bizava wî ya dixwaze pê çareseriya siyasî beravêtî bike.
Û hevbendiyê bi tundî got ku erzandîtina xwîna Sûriyan şerm û kirêtiyek mirovahî ya mezine ji civaka navdewletî re ya ku dibêje ku ez rêzê li azadî û mafên mirovan digirim, di heman demê de bêdeng dimîne li hember teawanek bi vê mezinbûnê, û nîşan dan ku ev pişgiriyek eşkera ji teankariyê re ye, û beşdarî ye di astengîkirina çareya siyasî û beravêtîkirina pirosesa danûstandinê berî destpêkirinê.
Jêder: Hevbendî