Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku wê hîç wateyek nebe ji rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsiya de li ser pirojeyê “rawestandina karên dijminkarî”, heger pişt re veguhestineke siyasî ya rasteqîn li Sûriyê çênebe, ku dawiyê li hikûmraniya binemala Esed bîne, û daxwazên gelê Sûriyê yên destxistina azadî û rûmetê misoger bike.
Di hevdîtina desteya siyasî ya îro roja çarşembê de digel Wezîrê karubarê derve yê Keneda Stîvan Diyon û şanda pêre re, fayîlê siyasî û yê mirovî hat gengeşekirin, û têde Hevbendiyê daxwaza piştgiriya bizavên siyasî ji bona veguhestineke siyasî ya rasteqîn bê hebûna Esed ne di qonaxa veguhêz û nejî di paşeroja Sûriyê de ji Hikûmeta Keneda kir.
Endamên Hevbendiyê sipasiya hikûmeta keneda li ser piştgiriya wê ji doza paneberên Sûriyê re kir, û endamên Hevbendiyê daxwaza piştgiriya fayîlê pizîşkî û herwiha piştgiriya fayîlê mirovî û nemaze gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî û serbestberdana girtiyan kir, hevdem tekezî li ser cudakirina mijarên siyasî ji yên mirovî kir, ji ber ku divê başkirina rewşa mirovî ne cihê danûstandinê be.
Jêder: Hevbendî