Wezîrê derve yê Birîtanî Filîp Hamond tekez kir ko Welatê wî nîşanên hevrêziyê di navbera milîtanên PYD û Rêjîma Esed û Hêzên Rûsî li Sûriyê bidest xistine.
Hamond ji Cîgirên Birîtanî re diltengiya Tirkiyê bi”peywendiya navbera Rêkxistina tirorist “PKK” û milîtanên “PYD” guhast.
Hamond bal kêşand ser ko ev ”hevrêzî ya navbera wan û rola Partiya Yekîtiya Dîmuqratî ya Kurdî di rewşa Sûriyê de wan dilteng dike.
Her wiha Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Fûad Elîko tekez kiribû ko Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD rêkxistineke karmendî ye, hîç bi Kurdayetiyê ve ne têkildar e, lê belê ew berjewendiyên Rêjîmê û Rûsya li Herêmê diparêze.
Elîko got: Milîtanên PYD hîç nûnerîtiya Kurdên Sûrî nakin, nexasim piştî zêdegaviyên wê yên dawî li ser Herêmên Şoreşê ko ji hêla Rêjîmê ve piştgirtî bûn û di bin Sîwaneke asmanî ya Rûsan de bûn.
Hevbendî+Acans