Artêşa Sûrî ya azad ragihand ko di Operasiyoneke balkêş û hevbeş de ya Tevgera Ehrar Elşam û Tevgera Beyan, bidehan Efserên dagîrkerên Rûsî li Gundewarê Laziqiyê hatin kuşûtin
Elehrar di daxuyaniya xwe ya doh de diyar kir ko li Herêma “Sinober Ceblê” li nêzîk Laziqiyê kombûneke mezinên cineralên Rûsî bi turumbêleke teqîner hat armanckirin, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar ketin.
Daxuyaniyê diyar kir ko “Operasiyon piştî şopandin û nûçeguhêziya meydanî û amadekariya çend hefteyan pêk hat, û Tevgera Elehrar bi alîkariya Tevgera “Beyan” tirimbêla teqîner gihandin cihê armanckirî piştî şopandina civîna mezinên ceneralên Rûs di hindirê herêma “Sinober Ceblê” de ya ko li Peravê Sûriyê,ya ku yek ji giringtirîn Navendên leşkerî yên Rûsyê ye û 15 K.m dûrî Laziqiyê ye.”
Tirimbêl di dema Civînê de roja yekşema buhirî hat teqandin, di encamê de bidehan ji Ceneralan hatin kuştin û birîndar ketin.
Ji aliyekî dî ve şerên êrîş û vegerê di navbera Alayên Şoreşê û hêzên Esed û Milîtanên mezhebperest di bin sîwaneke firokên Rûsî de li Çiyayê Kurdan li Gundewarê Laziqiyê berdewam e. Şoreşgeran dîsa bajarokê Elwetta doh kontrol kirin, her wiha dîsa bajarokê Mizxila û Girê wê li Çiyayê Kurdan li Gundewarê Laziqiyê kontrol kirin.
Jêder: Hevbendî+Acans