Hêzên artêşa Sûrî ya azad duh pêncşembê pêşketinin zêdetir dijî hêzên Esed li bakurê Laziqiyê pêk anîn.
Tevgera “Ehrar Elşam” li ser malpera “Elcebha Elislamiya” ya Tiwîterê ragihand ku şervanên wê bi beşdariya hin girûpên din, Til Hedada ya li tenişta bajarokê Kinispa li çiyayê kurdan li gundewarê Laziqiyê yê Bakur kontrol kir, û ev agahî ji hin jêderên xwecihî jî hatin, piştî pevçûnên dijwar di nav ketîbeyên şoreşê ji alîkî ve û hêzên rêjîma Esed û mîlişiyên tayfeperest ji alîkî din ve, kuştî û birîndar di nav rêzên rêjîmê û hevalbendên wê ketin.
Û “Alaya Yekem Ya Beravê” ya bi ser artêşa azad ve, li ser malpera xwe ya fermî ya Tiwîterê duh ragihandibû ku şervanên wê careka din dest danîn ser gundê “Ard Elweta” yê nêzî bajarokê Kinispa li Çiyayê Kurdan piştî êrîşeke ji nişka ve ku paşre pevçûnên tund bi hêzên rêjîmê re çêbûn, û di encamê de 3 endamên rêjîmê hatin kuştin û yên din dîl hatin girtin.
Û hêzin bi ser Lîwayê Sultan Murad ve, yê ku yek ji girûpên artêşa azad ya Sûrî ye, êrîşek birin ser bajarokê Eyn Deqna Bakurî Helebê, di encamê de endamin milîtanên PYDê yên dest danîbûn ser gund hatin kuştin.
Hin jêderên xwecihî li bajarê Izazê yê Bakurî Helebê daxuyanî dan ku şervanên Liwa di se’etên destpêkê ji berbanga roja înê, êrîşek birin ser Eyn Deqna li Başûrî Izazê yê di bin kontrola mîlîtanên PYDê de ye.
Û jêderan got ku di encama wan êrîşan de endamin wê rêxistinê hatin kuştin, û hin ji erebe û makîneyên wan wêran kirin, di dema ku pevçûnên teka-teka li derdora bajarok berdewam in.
Û artêşa Sûrî ya azad li bajarê Dareya li Gundewarê Şamê tangeke ji yên hêzên rêjîmê li Eniya Başûr ji kar xist, û zêdeyî 9 endaman û hin milîtanên Îraqî jî di nav wan de hebûn kuştin, di hewildana pêşketinek nebiserketî de li wê Eniyê, û hêjî bumbebaran li ser bajêr bi zêdetir ji 35 bermîlên teqîner û 6 mûşekên erd – erd berdewam e, yên ku taxên niştecîbûna sivîlan armanc kirin û di encamê de kesek şehîd ket û çendek din ji sivîlan birîndar bûn.
Di dema ku balafirên dijminkarî yên Rûsî êrîşên xwe yên li ser gundewarê Helebê jî zêdetir kirin, ku bêhtir ji 30 êrîşên asîmanî birin ser Hirêtan û Endan û Kefir Hemra û devera Asiya li gundewarê Helebê yê Bakur, di encamê de gelek ziyan li jêrxaneya wan deveran û avahiyên xizmetguzariyê çêbûn, û ta niha nûçeyên ziyanên giyanan negihiştine me.
Jêder : Hevbendî