Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê sipasiyên germ bo çalakvan û xelkê bajarokê Dareti’ze pêşkêş dike, li ser hewandina birayên xwe yên koçberên gundewarê bakurê Helebê, yên rastî êrîşeke hovane ji aliyê hêzên Esed û mîlîşên tayifeperist û çeteyan dibin, li jêr sîwana êrîşên esmanî yên Rûsiya, û ji aliyek din êrîşên ji aliyê mîlîşên PYDê ve.
Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihiya Mektebî got ku ev rewişt nexerîb in ji gelê Sûriyê yê bi dan û camêriya xwe hatiye naskirin, û li tevahiya Sûriyê gelek nemûneyên hevgirtin û alîkariya hev hene ku her welatiyek Sûriyê yê bi rûmet û azadîxwaz serê xwe pê bilind dike.
Herwiha pêr Hevbendiyê nameyek ji encûmena ewlehiyê re şand, li pêş agehdarkirina şûnkarê sikertêrê giştî yê NY yê karubarê mirovî û rêkxerê barê tengeviyan Stîvin Olbiryan; ku daxwaza şermezarkirina êrîşên vê dawiyê li ser Helebê kir û herwiha daxwaza parastina sivîlan ji êrîşên esmanî yên bitewşî û rakirina dorpêçkirina ser sercem navçeyên Sûriyê kir, tevî misogerkirina encamdana lêpirsîn û dadgehkirina rêjîma Esed li ser tawanên şer.
Nameyê encamên mirovî yên xirab yên bi sedema êrîşên bitewşî yên dawiyê li ser Helebê ji aliyê Rûsiya û rêjîma Esed diyar kirin, û herwiha tekezî li ser banga opozisyonê hat kirin ji bona parastina sivîlên tevahiya Sûriyê.
Jêder: Hevbebdî