Doh înê, 26 sibata 2016 , birêz Birahîm Biro serokê Encumena Niştimanî Ya Kurd Li Sûriyê, û birêz Siyamend Haco endamê komîta peywendiyên derve, bi amadebûna birêz Anderyas Kiroger serokê beşê Sûriya û Îraq û Libnanê di wezareta derve ya Almanî de, û birêz Bîrk Baran cîgirê nûnerê herdemî yê şandeya Komara Tirkiyê li NY li Cinêvê, û birêz Abdulhadî Se’îd Qehtan sekretêrê yekem di şandeya Erebistana Si’ûdî de, û birêz Meksîm Afîmond sekretêrê Sêyem di şandeya herdemî ya Rûsiya Yekgirtî de, û Xanim Katrîna Lak endama nivîsgeha Birêz Stîvan Dî Mestora.
Ji hêla xwe ve birêz Birahîm Biro bixêrhatin da amedebûyan, û karê ku wê di nivîsgehê de bibe da xuyakirin, ku wê bi şêweyekî serekî ji bo bihêzkirina şandeya Kurd li Cinêvê be, di gerên bên ji gotûbêjên cinêvê de, her weha bihêzkirina têkiliyên Encuman bi şandeyên dîplomasî re, û kar bê kirin ji bo nerîna Encuman bêtir bê xuyakirin di ragihandina dewletên Rojava de.
Birêz Biro sipasiya hemî amadebûyan û şandeyên diplomasî kir, û sipasiyek taybet da hikûmeta Almanî li ser bizava wê ya mezin di piştgiriya wê ji Encumana Niştimanî Ya Kurd re di vekirina Nivîsgeha wê ya Cinêvê de.
Hêjaye gotinê ku nûnerên Hevbendiya niştimanî Ya Sûrî jî di vekirinê de amade bûn.
Jêder: Hevbendî