Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê piştgirî û alîkariya xwe ragihand ji bo hemî bizavên parastina sivîlan dibin û gihiştina çareseriyek siyasî ku Esed û bendeka dora wî yên setemkar birûxînin li gor beyana Cinêvê û biryarên navdewletî.
Wek bersivê li ser pejirandina Encumana Ewlekariyê ji biryara 2268 re, ya der barê rawestandina karên dijminkarî li Sûriyê, nûnerê Hevbendiya Niştimanî li NY Necîb Elxedban got:”Opozisyona Sûriyê piştgiriya tevaya bizavên navdewletî yên ji bo parastina sivîlan li Sûriyê û cîbecîkirina biryara encumena ewlekariyê ya 2254 dike, ji bo gihiştina çareseriyek siyasî di riya çêkirina Desteyek Hikûmeta Veguhêz ya li ser lihevkirinek hevbeş ava bibe, û rola Esed û bendeka derdora wî tê tune be, li gor beyana Cinêvê ya hezîrana 2012, lê rastiya kartêkerina biryara ku îro derketiye, bi kar tê naskirin, ne tenê bi gotinan.
Xedban nîşan da ku biserkeftina kar û bizavan, bi şopandin û çavdêriyek xurt ve yên ku divê aliyek sêyem wê bike girêdayî ye, û bal kişand li ser ku bawerî bi hikûmeta Rûsî ya hevpeymana Esed, ya gunehkar bi kuştina 1500 sivîlî û bombebarana bêserûber û armanckirina nexweşxane û dibistanan nayê, û tekezî li ser wê yekê kir ku divê hinek hebin ku tewanê cengê yên Rûsiya bixwe dike û bigihên rastiya wan.
Elxedban her weha got ku” divê mîkanîzmeke navdewletî bê danîn û têkeve piratîkê de û têde demek destnîşankirî ji destpêk û dawiya agirbestê re hebe, û mîkanîzmeke neçarkirinê ji bo cîbecîkirina wê hebe, û sipartina kar ji aliyekî re ku ne bi ser ti alî ve be û çavdêriya cîbecîkirina ji hemû aliyan de bike, û destnîşankirina kesên wê binpê dikn û eşkerekirina wan”.
Û nûnerê Hevbendiyê li Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku divê sizakirina kesên binpêkirina agirbestê bikin diyar û kartêker be û cihê pirsiyariyê be.
Encûmena Ewlekariyê roja Înê bi giştî biryareke Emerîkî Rûsî ya ji bo “Rawestandina kirdeyên dijayetiyê” li Sûriyê hejmara 2268 danpêdan kir, ji bo alîkariyên mirovî bigihên kesên dorpêçkirî rê vebe.
Encûmena Ewlekariyê li baregehê Netewên Yekbûyî li bajarê Niyûyorka Emerîkî piştî li Şandyarê navnetewî yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora guhdarî kir, bi tevaya Endaman pesend kir.
Di gotina xwe de Dî Mistora ragihand ku wê danûstandinên dahatî di 07 Adarê de bin, hem li ser pênc xalên sereke yên rawestandina kirdeyên dijayetiyê tekez kir.
Dî Mistora got: “bêguman dê hewldanên têkbirina peymanê hebin, lê gerek her alî bi xwe karibin û aram bin.”
Berpirsiyarê Navnetewî tekez kir ko giring e piştgiriya berdewam ji Encûmena Ewlekariyê re bibe ji bo bizavên çareseriya siyasî li Sûriyê biser bikevin.
Desteya bala ya danûstandinan erêkirina Alayên Artêşa azad û Alayên Şoreşê ji aramiyê û rawestandina şer re tekez kir, ko ji demjimêr 00:00 sibeha Şemiyê dest pê dike û heta du hefteya pê pabendin.
Û destnîşan kir ku giring e têbîniyên ko li ser reşbeleka pirojeyê aramiyê yê Rûsya û Emerîka dane pêk bên.
Erêkirin dan piştî ko 97 Alayên Şoreşger ew maf da desteya bala ko biryarê bi rawestandina şer bide. Komîtek damezirandin bi serokatiya Hevrêzkarê giştî yê Desteyê ji bo guhdana berdewam û hevrêzkirinê, hem tekez kir ko giring e têbîniyên ji bo Netewên Yekbûyî pêşkêş kirine bicih bibin, ew jî komek ji diristkirinan e, eger pêk bên dê rawestandina kirdeyên dijayetiyê li Sûriyê biser bikeve
Jêder: Hevbendî+Acans