Serokê Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Ibrahîm Biro, dît ku helwesta Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê piştevaniya bîroka avakirina sîstemeke fedralî li Sûriyê ,piştevaniyeke din e ji helwesta Encumena Niştîmanî ya Kurdî û nerîna wê ya siyasî re derbarê çareserkirina doza Kurd li Sûriyê.
Biro lêzêde kir, ku belgenameya siyasî ya kongreya sêyemên ya Encumena Niştîmaniya Kurdî li ser vê çareseriyê tekez kiriye, ji ber ku kirîza Sûriyê bi pirsgirêkên xwe yên netewî û mezhebî gihiştiye rêyeke girtî, ligel destêwerdanên herêmî û navdewletî, û çareseî di navbera wan de çê nabe, heger sîstemeke fedralî li ser piransîpên ciyografî û siyasî bo Sûriya paşerojê neyê avakirin.
Biro rola mezin ya ku Serokatiya Herêma Kurdistanê di piştevaniya doza Kurd li Sûriyê di hemû waran de bilind nirxand, herwiha spasiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser xebat û keda wî di piştevaniya projeya netewî Kurdistanî de kir.
Tê zanîn ku Doh, roja pêncşemê, 3-3-2016 lêdwanek ji Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê paşeroja Sûriyê derketibû, ku têde hatibû:” ji bo berqerarbûna aramî û dirustbûna hevbeşiyeke rasteqîne di navbera pêkhatên cuda cuda yên Sûriyê de, Herêma Kurdistanê piştevaniyê li bîr û ramana pêkanîna sîstema federalî li Sûriye dike. Ji bo vê mebestê jî daxwaz ji aliyên Kurdên Sûriyê dikin ku yek helwest bin, û bi gotareke siyasî ya hevbeş pêdagiriya daxwaza sîstema federalî ya paşaroja Sûriyê bikin. ”
Jêder: Hevbendî