Riyad Hicab, Serokê Desteya Bilind Ya Danûstandinan ya nûnerîtiya rikberiya Sûriyê dike, got ku niha dem ne guncayî ye ji dubare-despêkirina gotûbêjên Cinêvê yên ji bo Sûriyê, yên gotin hene ku wê nîvê vê meha em tê de dest pê bikin, ji ber binpêkirin û pênekirina bi agirbestê ji aliyê rêjîmê û Rûsiya ve.
Hicab di kongireyekî rojnamevanî de ,doh înê, li Parîsê paytexta Ferensayê, piştî hevdîtina wî bi wezîrên karê derve yên Ferensa û Almanya û Birîtanya tekez kir ku” Rêjîma Esed û hevpeymanên wî, 90 êrîşên asmanî bi çekên corbecor birine ser deverên sivîlan, tevlî bombebarankirina cihên rikberiya nermerê, bi xaza kilor û bermîlên teqîner ji destpêka cîbecîkirina rêkeftinê de”.
Hicab bal kişand ser ku “hêjî biryara Encumena Ewlekariyê 2254 ya gihandina alîkariyên mirovahî û rakirina dorpêçê ji ser bajaran û serbest-baerdana girtiyan bicih nehatiye”.
Hicab weha jî got:”hîn zû ye em bêjin ku gotûbêjên veguhestina siyasî bi temamî têk çûne”, û got ku ew ê biryara beşdariyê di gotûbêjan de, piştî şêwirdariya bi baskên xwe yên leşkerî û alayên şoreşê re bidin.
Û Hicab ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku komîteke çavdêriya binpêkirinên rêkeftina”Rawestandina Karên Dijminkarî” çêbike, û got:”agirbest bicih nehatiye, û cihê matmayînê ye ku Rûsiya bombebarana asmanî berdewam dike, di heman demê de hebûna Rêkeftinê mandel dike, û ev tişt nayê pejirandin”.
Her weha Hicab tekeziya xwe nû kir derbarê ku ti hebûna Beşar Esed di qonaxa veguhêz de tune ye, û dît ku”çênabe serokek destên wî bixwîna milet e, beşdariyê di Hikûmeta Veguhêz de bike”.
Û bal kişand ser kambaxbûna rewşa mirovahî li Sûriyê, û hewcedariya gelê Sûriyê bi alîkariyên mirovahî û derman û keresteyên xwarinê, û daxwaza rêzgirtina biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 ya di vê derbarê de kir.
Û Hicab milîşyayên PYD tohmetbar kirin bi “hevkariya bi rêjîma Esed û Rûsiya û Îranê re li Sûriyê”, û nîşan da ku ew “destekên rêjîmê ne, û hevpeymanên Mosko û Tehranê ne”, û bal kişand ser ku “hebûna PYD li deverê dibe alîkar ji pêkanîna tewanan dijî sivîlan re “.
Jêder: Hevbendî+Anadol