Tabûrên artêşa azad li beyaniya îro roja şembiyê û piştî şer û pevçûnan, karîn rêxistina DAÎŞê ji derwazê sînorî yê “Tenef” yê li ser sînorê Îraqê li nêzîk bajarê Tedmurê biqewtînin.
Ligor daxuyaniya rêveberê rawangeha “Dad Ji Bona Jiyanê” ya li Dêrazorê, Celel Elhemed di dîdareke taybet de bi Nivîsîngeha Hevbendiya Niştimanî re, ku (Hêzên Şehîd Ehmed El’ebdo, Isûd Elşerqiye, Artêşa Sûriya Nû, û hin girûpên biçûk ji ciwanên navçeyê) li berbanga beyaniya îro, êrîş kirin li ser derwazê Tenef, û Elhemed got ku artêşa azad derwaz kontrol kir û hejmarek ji çeteyên DAÎŞê jî kuştin.
Elhemed got ku ev duwem hewla artêşa azad bû, ku berî heyvekê jî hewlek wisa kiribû, lê ew hewl têkşikest, ji ber ku DAÎŞê mayîn li derdora navçeyê çendibûn.
Wek tê zanîn, rêxistina DAÎŞê di 22 gulana 2015an de destê xwe danî li ser “derwaza Tenef ya li ser sînorê Sûriya-Îraq li beyabana Sûriyê”,piştî vekişîna hêzên rêjîmê, ku dawîtirîn dewaz digel Îraqê bû rêjîmê bê şer jidest dabû.
Jêder: Hevbendî