Amerîka û Ferensa rêjîma Esed tewanbar kirin bi hewla astengîkirina gera nû ya Cinêvê ya danûstandinan, ya ku biryar heye ku îro dest pê bike, ev helwesta wan piştî daxuyaniyên Welîd Elmuelim yên neberpirsyane hat.
Wezîrê karûbarê derve yê Ferensî Cak Mark, îro, di kongirekî rojnamevanî de, bi hevkûfên xwe yên Birîtanî û Almanî û Îtalî û Amerîkî û dewletin din yên Yekîtiya Oropayê re, doh, got :”ev tevdane….û nîşanekî pîse..û bi giyanê hêminî û agirbestê re nagunce”.
Weha jî got:”pêdiviyek awarte ji destpêkirina operasyoneke veguhestina siyasî heye. Ev kar wê di hundurê danûstandinan de be”. Û bi xurtî tekez kir ku vegera rewşa berê ne mumkin e”û divê tişt bên guhertin”.
Ji hêla xwe ve, wezîrê karûbarê derve yê Amerîkî Con Kêrî got ku Rêjîma esed û piştgirên wî şaş dibin dema dikevin wê baweriyê de, ku ew dikarin berdewamiyê di taqîkirina agirbesteke lawaz de bikin, û daxuyaniyên Muellim bi hewleke eşkera ji bo” têkbirina operasyonê”salix dan.
Û Kêrî Hêzên Rêjîma Esed bi kirina piraniya binpêkirinên rêkeftina rawestana şer tewanbar kir, û berdewam kir:”lewra divê Potîn, yê ku xwe bi piştgiriya Esrd ve girêdaye-û wê hişt guhertinek mezin li qadên şer çêbibe-, sozeke mezin bide, û divê hestê dilgiraniyê pê re çêbibe, ji ber rastiyek heye ku Esed wezîrê karê xwe yê derve doh şandiye, da karê xerbiyê bike, û tiştên ku Potîn û Îraniyan ew pejirandibûn, ji ser maseyê rake”, û got:”ev kêlîkeke rastiyê ye..kêlîkeke divê em tev xwedan giyanê berpirsyariyê bin”.
Ji hêla xwe ve, Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî, bi xurtî tekezî kir ku hevpariya dagîrkeriya Rûsî bi rêjêma Esed re, nahêle ku ew bibe çavdêrek ji bo bicihanîna agirbestê an jî bibe gerantiyek ji pirosesa siyasî re.
Herweha hevbbendiyê tekez kir ku binpêkirinên berdewam yên Rêjîma Esed, bi piştgiriya dagîrkeriya Rûsî dike, alavek e astengkirina bizavên pêkanîna aramiyê ye, û gefek e rastyeqîne ye ji pêvajoya pirosesa siyasî re li Sûriyê. Û berê rewşê dide bi alî gurkirina dijîtiyê, û berfirehkirina terorîstiyê û tewanan dijî gelê sûriyê.
Û Hevbendiyê hişyarî da der barê agirbesta ji aliyê rikberiya sûrî ve hatiye pejirandin, ku ew agirbest demikî ye û bi pabendiya aliyê din merckirî ye, û ew ne qoçaneke dawî ye, û nayê wateya tunebûna mafê bersivdanê ji aliyê Artêşa Azad û alayên wê yên emza kirine ve.
Jêder: Hevbendî+Ajans