Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide duhî di ahingeke hevbeş de digel ENKSê , bi helkefta Serhildana Adara 2004an û pêncemîn salvegera şoreşa Sûriyê tekez kir ku ” dilsoziya rastî bi Pakrewanan re, di berdewamiya ew rêka ko ji bo wê rabûn û şehîd ketin de ye “.
Ele’bide tekez kir ku ” Serhildana Qamişlo ew bû agirê hişyarbûna giyanê Serhildanê li dijî stem û zordariyê”, Ele’bide dît ku “Xwîna kurdan ya bidestê rêjîma Esed hatî rijandin di rihê hemû xelkê Sûriyê de dimeşe”.
Hêjayê gotinê ye ku di wê ahingê de ya li Stembolê hatî lidarxistin, hejmarek ji endamên Hevbendiyê û yên ENKSê û serokê Hikûmeta demkî Ehmed Tû’ime beşdar bûn, Ehmed Tû’ime di gotara xwe de bal kişand ku di destpêkê de rêjîma tawankar beşdarî di peydakirina nakokiyan di navbera xelkê Sûriyê de kir, û hewl kirin bo çêkirina cudahiyan di navbera pêkhateyên wê de.
Ji aliyê xwe ve Serokê Karê Niştimanî ji bona Sûriyê û endamê Hevbendiyê Ehmed Remedan di gotara xwe de hin rewştên baş yên serhildêrên Qamişlo li dijî rêjîma tawankar anîn ziman, û destxweşî li ENKSê kir ji bona yekxistina navmala Sûriyê û bizavên wê ji bona derbaskirina astengiyan, li ser karê wê yê hevbeş bi Hevbendiyê re ji bona avakirina welatekî azad û bi rûmet.
Jêder: Hevbendî