Nivîsgeha Cinêvê ya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê di 21-3-2016an de, ahengek bi boneya cejna Newrozê li ofîsa xwe ya Cinêvê li dar xist, di wê ahengê de endamên Şandeya Bilind a Danûstandinan û Şandeya Danûstandkar beşdarbûn, her wiha bi amadebûna hejmarek ji dîplomat û şanderên taybet bi faylê Sûriyê, mîna Gareth Bayley nûnerê taybet bi Birîtanyayê ji bo Sûriyê, û Frank Gillett şanderê taybet yê Ferensa bo Sûriyê, Fabrizio Di Michele şanderê Îtalya yê taybet bo Sûriyê, Michael Ratney şanderê taybet yê Amerîka bo Sûriyê, Rubin Filawifer şandera taybet ya Keneda bo Sûriyê, herwiha Eva Horilova rêkxera siyaseta Ewropayê bo pirsa Sûriyê, Maxim Avrimov nûnerê şanda Rûsya ya herdemî li Cinêvê, û Katharina Lac ji Peymangeha Almanî bo karûbarê navdewletî û ewlekarî, herwiha Ebdî Ji aliyê xwe ve Dr. Ebdilhekîm Beşar endamê Şandeya Danûstandinan û Fûad Elîko endamê Şandeya Danûstandkar, û Siyamend Haco endamê nivîsgeha pêwendiyên derve ya ENKSê, û Alan Hesaf ji ofîsa ENKSê ya Cinêvê, bixêrhatina mêvanan kirin, û Dr. Ebdilhekîm Beşar gotinek pêşkêş kir ku tê de, reseniya Newrozê di Mythologyia Kurdî de û kûrahiya vê rojê di têgihiştina netewî de libal Kurdan diyar kir.
Di ahengê de, gelek giftûgoyên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê pêk hatin, di heman demê de muzîk û xwarinên Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Ji aliyekî din ve, vejandina ahenga Newrozê li ofîsa Cinêvê, giringiya karê li derve yê ENKSê derxist holê, da ku bibe cihek ji bo bihêzkirina têkiliyan bi aliyên fermî yên navdewletî û rojnamegeriya rojavayî re, ji bo çespandina rola Kurdan di opersyona siyasî ya aştiyane de ya ku niha pêk tê.
Jêder: Ofîsa ENKSê li Cinêvê