Şanderê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mestora got:” êrîşên li biroksilê bûn û rêxistina DAIŞê xist stuyê xwe de, nameyek bû ku giring e ew cenga li Sûriyê dibe bête bidawîanîn, û hewcedariya operesyonek veguhestina siyasî heye, da ku giranî bête dan ji şerê vê rêxistina terrorist re”.
Rêjîma Beşar Esed ji berî 5 salan de cengeke hovane dijî gelê Sûriyê pêk tîne, û di encamê de bi sedên hezaran ji xelkên Sûriyê şehîd ketin û birîndar bûn û hatin girtin, tevlî bi milyonên derbider û penaber û warguhêzan, û Esed di cenga xwe ya dijî gel de milşyayên mezhebî yên terrorist ji Îran û Libnan û Îraqê anîn, û hemî çekên bi dest wî ve hatin bikar anîn, tevî çekên qedexekirî wek Xazên Kîmawî û bermîlên teqîner yên xaza kilor di wan de.
Û Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, êrîşên doh li Biroksilê çêbûn û yên di çend rojên bûrî de li Anqera û Adenê şermezar kirin, û protistokirina xwe ya bi temamî ji wan re, û piştgiriya xwe ji malbatên qurbaniyan re, û herdû gelên Belcîkî û Tirkî re ragihand.
Û Hevbendiyê tekezî li ser rawestana xwe û tevaya azadîxwazên Sûriyê, li kêleka gel û hikûmetên dewletên ku tuşî terorê li herêmê û Oropa û tevaya cîhanê dibin ragihand, û piştgirî û rawestana xwe li dijî rêxistinên terrorist û rêjîmên wan hembêz dikin anî ziman.
Her weha hevbendiyê tekez kir ku pêkanîna xewna cînhaneke bi aştî û hêminî, hewcedariya wê bi destpêkirina karekî tevayî ye, û ji civaka navdewletî xwest ku bi zelalî di rola rêjîma Esed de bigihêje, di piştgiriya terorê de û berpirsiyariya wî di ber belavbûna wê de.
Jêder: Hevbendî