Tevgera Ehrar Elşam, sêşembê, ragihandin ko wan “Mihrac Oral” yê bi nasnama xwe Tirk e, serpereştê milîtanên “Eniya rizgarkirina Lîwayê Iskenderon”, yê ko li kêleka hêzên Esed şer dik, di operasiyoneke leşkerî de li gundewarê Laziqiyê kuştin.
Berdevkê Leşkerî yê Tevgerê Ebû Yûsif Elmihacir got: “Yekîniyên Çavdêriyê yên Tevgerê tevgereke cihê gumanê li “Quba Nebî Yûnis” li Gundewarê Laziqiyê yê Bakur dîtin, lewra wan ew koma hêzên rêjîmê bi Topan amanc kirin”
Elmihacir got: Çend turumbêlên hawarhatina lezgîn hatin herêma amanckirî, hem destnîşan kir ko Jêderên hundirê Bajêr tekez kirin ko “Oral” û çend Efserên Rûs (hejmar diyar nebûye) hatin kuştin.
Milîtanên “Eniya Rizgarkirina Lîwayê Iskenderon” ew Şevengên Esed li gundewarê Laziqiyê ne, û ew berpirsiyarên kuştara Elbêda li Gundewarê Tertûs ya ko bêtir ji 50 kesî sala 2012an şehîd ketin. Her wiha Enqera wê Eniyê û serpereştê wê “Oral” yê ko li Sûriyê bi navê “Alî Keyalî” ye, bi teqînên bajarê Reyhaniyê yê bi ser wilayeta Hatay ve ye tawanbar dike. Kuştara Reyhaniyê sala 2013an çê bû û 52 kes ji Sûrî û Tirkan têde hatin kuştin.
Ji aliyekî dî ve Milîtanên PYD êrîşeke nişkavî birin ser bajarê Izazê li Gundewarê Helebê yê Bakur, ko Milîtanan xwestin ji aliyê Rojavayê bajêr pêşve bên ji tewera Elşet û Vêla Qadî, şer di navbera wan û Artêşa azad de çê bû, Şoreşgeran êrîşa wan rawestandin û hindek endamên PYD kuştin. Di pey re Şoreşger derbasî Zeviya Elqadî bûn û du Şeşarên mezin yên li ser Bîkaba danîbûn û Topek 120 mm têk birin.
Milîtanên PYD derdorên bajêr nîvê Şevê bi Şeşarên giran amanc kiribûn.
Bajarê Izazê rewşeke mirovî yî aloz dibuhirîne, çimkî bidehan malbatên ko ji ber şer û bombebaranê ji Gundewarê Humsê yê Rojhilat reviyabûn xwe li Izazê girtine.
Her wiha hêzên Esed li Gundewarê Helebê yê Bakur tevgerê dikin û Peymana aramiyê binpê dikin. Bajarokê Heyyan bi mûşekan bombebaran kirin û firokên helîkopter yên hêzên Esed çend Bermîlên teqîner bi ser bajêr de berdan. Beraber evê yekê jî Şoreşgeran li aniya “Rityan- Beyanûn” firokeke çavdêriyê ya milîtanên Esed xistin, û li tewera Tamûre û aniya Nubul û Zehra şer di navbera herdu aliyan de çê bû.
Her wiha li bajarê Helebê, li derdorê Kelehê, şer di navbera Şoreşgeran û Hêzên Esed de çê bû, hem jî Segvanên dûrbînî yên “Hêzên Sûrya Dîmuqratî” yên ko li taxa Şêx Meqsûd bi cih dibin sivîlên taxa Elhuluk amanc kirine, û di encamê de du zilam û jinek birîndar bûne.
Jêder: Hevbendî+Enadol