Peymangeha Sûrî ya dad û lêpirsînê şehîdkirina 49 sivîlan bi bombebarankirina hêzên rêjîma Esed li ser taxên Helebê û gundewarê wê di heyva adarê de, tevî agirbestê û rawestandina karên dijminkarî dîkoment kiriye.
Di serjimêriyeke xwe de, îro înê belav kir, peymangeha Sûrî amaje kiriye ku di nav wan qurbaniyan de 11 jin û 15 zarok û du karmendên desteyên hawarhatin û xizmetgozariyê hene.
Herwiha serjimêriyê diyar kiriye ku rêjîma Esed bi firokên şer taxên Heleb û gundewarê wê bi 166 bermîlên teqîner û 153 mûşekan bombebaran kirine, herwiha bi 5 mûşekên zemîn zemîn yên deverên nêzîk, û 3 caran bombeyên dengî hatine bikaranîn.
Hêjayê gotinê ye ku duhî roja pêncşemê hêzên rêjîma Esed komelkujiyek li Dêr Ele’safîr li gundewarê Şama paytext pêkanî, li her yek ji xwendigeh û nexweşxaneya wê ya tekane bi êrîşên esmanî , û bû sedema şehîdkirina bêtir ji 30 kesan û birîndarkirina bidehan kesên din, ku di nav wan de hin karmendên pizîşkî hene û tevlî hejmarek ji jin û zarokan.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duhî di daxuyaneyeke xwe de tekez kir ku “Ev kuştar tê zêdekirin li ser binpêkirinên berdewam ji rêkeftina agirbestê re, wek ketwarekî ji bona têkbirina agirbestê û bazdan ji par û maf û xwastên pirosêsa siyasî”.
Herwiha Hevbendiyê daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ji bo ” standina rêşûnên bilez û rasteqîn li hember vê komelkujiyê, û pêwîst e nameyên hişk û rijd bişîne li ser derencam û metirsiyên li pey vê yekê, nemaze ku binpêkirinên li ser rêkeftinê ji aliyê rêjîmê berferehtir û zêdetir dibin û gihiştiye radeyekî ku çi raman û wate û nirxek ji agirbestê re nemîne”.
Hevdem Hevbendiyê hişyariyê da “ku ev rêkeftin ne bendeke li ser aliyekî bitenê bê aliyê din, û berdewamiya rêjîmê li ser encamdana tawanan li dijî xelkê sivîl dibe gef û metirsiyek rasteqîn li ser vê agirbestê û li ser pêvajoya siyasî bi tevahî, lewra pêwîst e Civaka navdewletî agihdar be li ser rehind û metirsiyên vê çendê”.
Jêder: Hevbendî