Tirkiya armanckirina firokên rêjîma Esed, doh pêncşembê, ji dibistan û nexweşxaneyekê re li Xûta Şamê ya Rojhilat, ya ku bû sedema kuştina hejmareke mezin ji sivîlan, piraniya wan zarok in, bi tundî şermaezar kir.
Di daxuyaniya ku ji wezareta derve ya Tirkiyê ya roja pêncşembê derket, hat goin ku rêjîma Esed careke din êrîşên xwe dijî gel pir kirine, û tekez kirin ku hêzên Rêjîmê bombebaran bi topxaneyan û avêjtokên hawin dijî gundên Turkmanan li parêzgeha Laziqiyê pêk anîne, û bi firokan dibistan û nexweşxaneyek li “Dêr Elesafîr” ya li Xûta Rojhilat Ya gundewarê Şamê armanc kirine, û di encamê de bidehên sivîlan hatin kuştin, şagirt jî di nav wan de hebûn.
Wezareta derve ya Tirkiyê, ji dewletên xwedî bandor li ser Esed xwest ku destwerdanê bikin da binpêkirin û êrîşên Rêjîmê rawestînin, û tekez kirin ku ew êrîş bi ti rengî nayên pejirandin, di dema ku agirbesta lihevkirina”Rawestana Karên Dijminkarî” heye, û ji 27 sibata bûrî de dest pê kiriye, ya ku bandorek wê li pêşketin û serkeftina prosesa aştiyê heye, ji bo bidawîkirina derdeseriya gelê Sûriyê.
Jêder: Anadol