Yasir Ferhan,Endamê Desteya Siyasî Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, ji Encumana Ewlekariyê xwest ku binpêkirinên Esed ji rêkeftina “Rawestandina Karên Dijminkarî”re rawestîne, ji ber ku rêjîm di binpêkirina agirbestê de berdewam e, û sivîlan û navendên jîndariyê armanc dike, û tewanan dijî sivîlan pêk tîne, û ya dawî komelkujiya doh li Dêr Elesafîr ya Xûta Şamê bû, ya ku zêdî 30 sivîlî têde bûn qurbanî.
û Ferhan got ku rêjîma Esed xwepêşandanên aştyane yên ku li seranserî welat derdikevin û daxweaza sizakirina Esed û ruxandina rêjîma wî dikin, û dixwazin welat ji serdema stemkariyê ber bi azadî û demoqrasiyê biçe armanc dike.
Îro balafirên rêjîma Esed bêhtir ji 100 êrîşên asîmanî birin ser deverên gundewarê Şamê û Heleb û Idlib û Hema û bidehên bermîlên teqîner avêtin, û bûn sedema ziyan û wêraniyên mezin. hîn nûçeyên ziyanên canî negihiştine me.
Tevlî pirbûna êrîşên firokên Esed, bidehên xwepêşandanan li seranserî Sûriyê derketin, û daxwaza sizakirina rêjîma Esed û bidawîkirina stemkariya wî kirin, her weha daxwaza serbest-berdana girtiyan û vekirina dorpêça deverên dorpêçkirî kirin, û tekeziya yekîtiya xaka Sûriyê û gelê wê kirin, û pirojeyên parçekirina welat red kirin. Ew xwepêşandan li parêzgeha Deraa û gundewarê şamê û Hums û gundewarê wê û Idlib û gundewarê wê û Heleb û gundewarê wê derketibûn.
Jêder: Hevbendî