Nûnerîtiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê, maseyeke girover ya gengeşeyê li Navenda Laleşê ya li bajarê Bilîfild li Elmanyayê di 3 Nîsana nuha de der barê kêşeya Kurdî û bi amadebûna hejmarek mezin ji Nivîskar û Rewşenbîr û siyasetmedaran pêk anî.
Gengeşe li ser babetên çarenivîsî yên kêşeya Kurdî li Sûriyê bûn, û li amadebûyan hate guhdarîkirin û ji têbîniyên wan sûde hat girtin.
Giringtirîn xalên ko gengeşe li ser wan çêbûn, Kongirê Cinêvê û giringiya derbaskirina kêşeya Kurdî li Sûriyê bû, û mijara “fîdraliyê” wek sîstemeke siyasî nû bo çareseriya qeyrana Sûriyê, û çareseriya kêşeya miletê Kurd, û karê Şanda Kurdan di çarçoveya Şanda Opozisyona Sûrî de li Cinêvê berdewam be û baştir bibe, ji ber giring e ko Kurd li evê hevdîtina Navnetewî ya giring amade bin, ji bo çareserkirina qeyrana Miletê Sûrî û û bidawîanîna rêjeka xwînê li Sûriyê, û avakirina dewleta Sûrî ya nûjen ya ko li ser bingeha dîmuqratî, piralî, yekgirtî û hevbeşî ava bibe. û Sûriya ya hemû Sûriyan be.
Amadebûyan tekez kirin ko Çareseriya siyasî ji dewleta Sûriyê re, ya berê hatiye dabeşkirin ji encama qeyrana heyî, rêjîma fîdralî ye, û peywendiya Navendê bi Pêkhatiyên Sûriyê bête diyarkirin, wekû çareserî ji kêşeya gelê Kurd re, û pirojeyê fîdraliya PYD armanc jê Şanda Kurdî li Cinêvê tevlihev bike û hem danûstandinê bêrtir asteng bike, tev ko Encûmena Niştimanî Kurdî di kongirê xwe yê yekem de Fîdralî pesend kiriye, û axaftinên nijadperestî yên hin simbolên Opozisyonê rewş bêtir asteng kir û Rêjîmê û PYD sûde jê wergirtin.
Jêder: Nûnerîtiya Ewropa Ya Encûmena Niştimanî Kurdî Ya Sûriyê