Iro dûşembê 04.04.2016, li Herêma Kurdistnê li havîngeha Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Riyad Hicab Serokê Desteya Bilind ya Danusandinê kir.
Di hevdîtinê de, der barê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Sûriyê û her wiha guftûgo û danusandinên Cênêv yên li ser çareserkirina qeyrana Sûriyê , danustandina bîr û ramanan hat kirin.
Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku danusandinên Cênêv bi xêr û di berjewendiya xelkê Sûriyê de bigihe encamekê, û piştevaniya xwe jî ji bo her hewlek ku bibê sedema dawîanîna li êşên gelê Sûriye nîşan da.
Jêder: Malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê