Emerîka doz li Rûsya kir ko ji Rêjîma Esed bixwaze dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî rake, dako alîkariyên mirovî derbas bibin, piştî ko kurek ji birçîna mir û sê zarok bi teqîna mayînên zemînî heftiya çûyî ko nikarîbûn ewan derînin û bibin nexweşxaneyan mirin.
Samansa Bawir Nûnera Emerîkî li Netewên Yekbûyî, got ku alîkariyên di adarê de gihane herêmên dorpêçkirî li Sûriyê ji yên meha Sibatê kêmtir in, di heman mijarê de Hêzên Navnetewî li Miyûnixê li hev kirine ko kirdeyên dijminkarî bêne rawestandin da alîkariyên mirovî derbas bibin.
Şûngirê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî yê karûbarên mirovî û hevrêzkarê hawarhatinê Stîvin Obrayin, belgeya Encûmena Ewlekariyê di rûniştina girtî de pêşkêş kir û Bawir got ko belgê “pir bibandor û diltezîn” bû.
Û ji Rojnamevanan re axivî, û wêneyê zarokekî ko bibû hestî û çerm bilind kiribû û got:” (Obrayin) salixên vî kurikî gotin, yê ko Netewên Yekbûyî hewl da ewî ji Meddaya derxe lê doh mir, bi sedema ko Rêjîmê nehişt derxînin.”
Bawir bi taybetî li ser rewşa Dareyya axivî ya ko “Pirograma Cîhanî Ya Xwarinê” got ko xelkên wê gihane radeya giyê bixwin. Û Got niştecih gelekî jar bûne û Jin nema dikarin guhdanê li şîrmijan bikin.
Bêtir got “Pariyekî Nan ji Netewên Yekbûyî ji sala 2012an ve negihaye Dareyya” û Netewên Yekbûyî got ko li Sûriyê 486700 kes dorpêçkirî ne, ji nav wan 274200 Hêzên Esed ew dorpêç kirine û dora 20 hezarî Rêkxistina DAIŞê.
Bawir got “me û dewletên din yên Endam di Encûmena Ewlekariyê de, me bang daye aliyên bandora wan li ser Rêjîma Esed heye, ku fişaran lê bikin – ji ber hatiye xuyakirin ,eger fişar bihêz be serê xwe datîne- dako dorpêçê ji ser sivîlan rake, dê ev tevger ji bo rewşa bobelat ya xelkên birçî pir giring be.”
Jêder: Acans