Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, diyar kir ko di gera danûstandinên Cinêvê ya dahatî de, tiştek din ji dêvla veguhêza siyasî ya tekûz nayê behskirin, ew jî li gora bicîkirina daxuyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2254 .
Di hevdîtina Desteya Serokatiyê û ya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî doh sêşembê digel Balyozê Emerîkî Maykil Ratnî, behsa pêvajoya siyasî û peymana kirdeyên dijminkarî û berdana girtiyan û rakirina dorpêçê û gihaştina alîkariyan hat kirin. Endamên Hevbendiyê tekez kirin ko gerek Rûsya nameyeke xuyanî ji Esed re bişîne, tê de jê bixwaze ku veguhêza siyasî gengeşe bike, û wî neçarî radestkirina desthilatê bike.
Her wiha Endamên Hevbendiyê tekez kirin ku gerek di evê demê de li ser damezirandina Desteya Desthilatdariya veguhêz ya ko welat di qonaxa dahatî de birêve bibe heta ko destûreke nû amade bike û hilbijartinên serokatiyê û yên perlemanî pêk bîne.
Endamên Hevbendiyê doz li Rûsya kirin ko fişarê bide ser Esed dako bi awayekî rêbazkirî hemû girtiyan berde ji bo cîbicîkirina peymana rawestandina karên dijminkarî û biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmara 2254 û bihêle ko alîkariyên mirovî derbas bibin herêmên dorpêçkirî û nema hewldana têkbirina peymana agirbestê bike.
Jêder: Hevbendî