Programê Xurdemeniyan Yê Cîhanî,doh yekşembê, di peyakirina alîkariyên xwarinê ji asmanan bo taxên dorpêçkirî li Dêra Zorê bi ser ket, piştî ku di sibata bûrî de nikarîbû vî karî biser bixîne.
Programê Xurdemeniyan balafirek kirê kirin û ji, paytexta Urdunê, Amman rabû, û ji asmanên bilind 26 Terdên keresteyên xwarinê bi paraşotan peya kirin, bi taybetî fasûlî, nok û birinc bûn, ku ew kereste têra bixwarinkirina 2500 kesî heyvekê dikin.
Û Pirogram got; biryar li rex wan heye ku ew operasyonin nû yên peyakirinê ” di rojên nêzîk yên tên de” pêk bînin.
Û Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî, rijd bû li ser xwestekên xwe derbarê gihandina keresteyên xwarinê û yên bijîşkî bo sivîlên dorpêçkirî di riya asîmanî re, ji ber ku rêjîm berdewam e di tundkirina dorpêçkirina xwe li ser sivîlan li gelek herêman, nemaze li Dareya û Medaya û Me’edemiyê û Xûta Rojhilat li Gundewarê Şamê, û taxa Elw’ir li Himsê, û Holê li gundewarê Himsê, û tê zanîn ku DAIŞ jî alîkariya rêjîmê di dorpêçkirina xelkên Dêra Zorê dike.
Her weha Hevbendiyê hişyarî da Rêjîmê der barê diziya alîkariyên xwarinê û yên bijîşkî careke din, wek ku berê li Dêra Zorê kiribû.
Jêder: Hevbendî