Rêjîma Esed û firokên destdirêjiya Rûsiya di du rojên bûrî de, carek din bi binpêkirina rêkeftina rawestandina karên dijminkarî rabûn, bi bombebarankirina zêdetir ji 66 navçeyan li Sûriyê, ku bû sedema şehîdbûna nêzîkî 100 kesî, 7 zarok û 5 jin di nav wan de hene.
Ku duhî rêjîma Esed bi firokên şer û bi hilîkopteran, navçeya Henderat û Elmelah û riya Kastîlo li bakurê Helebê bi çend êrîşên asmanî û bermîlên teqîner bombebaran kirin, herwiha heryek ji Otostrada Taxa Henano û taxa Elheyderiyê û gereka Elcendûl û taxên Elxalidiyê û Şîhan û Kerm Altereb di nîva Helebê de bi hilîkopteran û bermîlên teqîner hatin , di du rojên bûrî de bombebarankirin, ku bûn egerên şehîdbûn û birîndarbûna xelkên sivîl û wêrankirina gelek avahiyan.
Li aliyek din duhî firokên Rûsiya bajarê Ciser Elşixûr û gundên doruber li rojavayê Idlibê bi 5 êrîşan bombebaran kirin, û bûn egerê birîndarbûna hin sivîlan, ev yek hevdem hat digel bombebarankirina heman gundan bi mûşkan ji aliyê hêzên Esed, herwiha ku firokên rêjîma Esed bi bermîlên teqîner êrîş kirin li ser bajarokên Has û Kinsfera û Kefer Eweyid û bajarokê Sifohin li çiyayê Zawiyê li gundewarê Idlibê, û bajarê Xan Şeyxûn bi top û narivokan, û bi topxaneyan hat bombebarankirin.
Li aliyek din ku hêjî binpêkirinên rêjîma Esed berdewam in li herdu parêgehên Hema û Himusê , ku roja şemê û yekşemê hêzên Esed bi firokên şer û hilîkopteran û bi bermîlên teqîner êrîş kirin li ser bajarokên Elziyara û Elmensûra û El’emiqê û Elmenara û Qiston û Tilwasit û Elziqom û kelha Elmedîq û Elqahîra li gundewarê Hemayê, ku hejmarek ji şehîd û birîndaran ketin, tevî bombebarankirina hindek gundan bi topxaneyan û hejmarek kes şehîd bûn, jin û zarok jî di nav wan de hebûn.
Hevdem ku beyaniya îro firokên Esed bi avêtina bermîlên teqîner li ser Têr mi’ela û Telbîsê li gundewarê Himusê rabûn, û bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji sivîlan.
Jêder: Hevbendî