Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, hewldana kuştina Rahênêr Zahir Elşerqat li bajarê Xazî Entab doh yekşemê pirotesto kir, ku di encama wê bûyerê de Şerqat derbek di serê xwe de xwar û rewşa wî di metirsiyê de ye, û hêvî kirin ko zû çareser û saxlem bibe.
Şerqat bi helwestên xwe yên li dijî Rêjîma Esed û DAIŞ û ramanên tundrew navdar e, ew amadekar û pêşkêşkerê pirograman li kenala Heleb Elyewm e, û berê jî serokê Encûmena xwecihî li bajarê Elbab bû, ko ew bi xwe li Bajarê Babê li Gundewarê Helebê jidayik bûye,tevlî çalakbûna wî ya berê di Karê Şoreşgerî û Ragihandinî û hawarhatinê û leşkerî de.
Jêder: Hevbendî