Encûmena Niştimanî Kurdî, daxwaz ji Miletê Sûrî bi Kurd û Ereb û hemû Kartêkerên siyasî û berên wî yên olî û mezhebî kir, dako neçin hilbijartinên Perlemanê Esed û wan baykot bikin.
Encûmena Niştimanî tekez kir ko sûrbûna Esed ji bo pêkanîna hilbijartinan, dijîtiyek diyar ji viyana Civaka Navdewletî re ye, û hewldaneke xuyanî ye ji bo astengkirina pêvajoya danûstandinên Cinêvê, ew ji çareseriyên operasiyona danûstandinan direve da Desteya Desthilatdara veguhêz neyê damezirandin û hilbijartinên Perleman û yên serokatiyê li gora encamên Cinêv1 pêk neyên.
Encûmena Kurdî dibîne ko Rêjîma Dîktator bi pêkanîna van hilbijartinan, karekî tevdan û hêrskirina gel dike, piştî pênc salan ji kuştin û wêranî û koçberkirina milet bi destê rêjîma dîktator û piştî ko nîvê milet li hindir û derve hatiye koçberkirin, di heman çaxê ko bizav têne kirin dako çareseriyeke siyasî li Cinêvê bête dîtin, ji bo veguhestineke siyasî ya rastîn li welat pêk bê û ber bi qonaxeke nû ve ji azadî, rûmet, dîmuqratî û dadiyê ve biçe.
Jêder: Hevbendî