Li gundewarê Der’a yê rojava, doh duşembê, pêşengeheke dibistanî bo wêneyên karîketêr û tabloyên hunerî û nîgar û peykeran hat lidarxistin, wê sê rojan berdewam bike, bi beşdarîbûna hejmarek ji mamoste û xwendekaran, û ev pêşangeh wek yekemîn pêşangeh bi vî şêweyî ye ku bi rêvebirinek xwecihî ji aliyê mamoste û taybetmendên bajarok pêk tê.
Piraniya tabloyan ronî didan ser rastî û ketwara jiyana zarok û xelkên li wê devera welat di dema cengê de, ew cenga rêjîma Esed dijî gelê Sûriyê ji berî 5 salan de dike.
Ev pêşangeh derfetek biçûk e ji bo derbirîna rastiya jiyana xelkê bi şêweyekî balkêş, û ew tablo bi rengekî hunerî û rêkûpêk hatin pêşandin, û ketwara jiyana zarokan ya bi êş û azar diyar dikirin.
Û hin wênesazên xwecihî ji xelkên bajarok beşdariya zarokan di pêşangeha wan de kirin. hêjayî gotinê ye ku ev yakemîn care pêşangeh bi vî şêweyî li deverên azad çêdibe, û ev gaveke ciyawaz e, ji bo handana zarokan da nêrîn û arezû û ramanên xwe diyar bikin, nemaze ku li bajarê Der’a yê ku şoreşa Sûriyê jê û li ser destê zarokên wê dest pê kir.
Jêder: Hevbendî+ Alşahid